PeyamaKurd- Bi sedema ku Amerîka dorpêçê danî ser Îranê, şîrketa petrolê ya Fransayê Total, hîsseyên xwe yên li Seha Bakûr ya Xazê ya bi navê Pars, ji aliyê şîrketa Çînê de hat kirîn. Niha para herî zêde ya Çînê ye.
Ajansa fermî ya Îranê IRNA ragihand ku rêvebirê şîrketa dewletê ya petrolê Muhammed Mutafawî gotiye şîrketa petrolê ya Çînê (CNPC) xwediyê %30 par bû û niha %50 yê Totalê jî kiriye û bûye xwediyê % 80 parî. Bi dewra hisseyên petrolê re, di projeya bi 5 mîlyar dolarî de, CNPC bû xwediyê para herî zêde.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin