TTB: Tirkiye hejmara miriyan li gorî kodên navdewletî nanivîse

TTB: Tirkiye hejmara miriyan li gorî kodên navdewletî nanivîse

PeyamaKurd – Yekîtiya Tabîbên Tirkiyê (TTB) ragihand ku Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê di raporên xwe yên mirinên ji Covid-19 de kodên navneteweyî  yên ku Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) destnîşan kirine tevnagere û kodê nanivîse.

Konseya Navendî ya TTBê derbarê tomarkirina hejmara kesên ji vîrusa korona can didin da xuyakirin, Wezareta Tenduristiyê di raporên xwe yên derbarê mirinên ji ber vîrûsa corona de, kodên ku Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) pêşniyar kiriye nanivîse.

TTBê da zanîn ku li Tirkiyê rêjeya kesên bi vîrûsê ketine û ji ber vîrûsê mirine li gorî welatên din pir cuda ye û got, li Tirkiye hêjmara nexweşên Covid-19 zêde dibe, lê li gorî wê hêjmara kesên bi vîrûsê dimirin zêde nabe û ev balkêş e.

TTBê daxwaz ji Wezareta Tenduristiyê kir, demildest li gorî pîvanên WHOyê gavan bavêje û li gorî wê kodên navneteweyî binivîse ku ew jî amade ne piştgiriya wê pêvajoyê bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin