PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Kurdistanê ragihand, bila qedexeya hatin û çûnê ya ku ji ber nexweşiya Covid-19ê li Herêma Kurdistanê hatiye ragihandin, bê dirêjkirin.
Wezareta Tenduristiya Kurdistanê îro bi daxuyaniyekê ragihand, qedexeya derketina derve li nav bajaran her wiha qedexekirina hatin û çûnê di navbera bajaran de gelekî sûdewer bûye û bi awayekî baş pêşiya belavbûna nexweşiya Covid-19ê girtiye.
Di daxuyaniyê de spasiya welatiyan û wezareta navxwe û dezgehên din ên hikûmetê hatiye kirin ji ber pêwendiya wan bi tevdîran.
Wezareta tenduristiyê her wiha daxwaz kiriye heyama qedexeya derketina derve û qedexekirina hatin û çûnê bête dirêjkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin