Bajarê Çewligê bi tundiya 4.0 pileya rîxterê hejiya

Bajarê Çewligê bi tundiya 4.0 pileya rîxterê hejiya

PeyamaKurd - Bajarê Çewlîgê yê Bakurê Kurdistanê, îro 25ê Cotmehnê bi erdhejeke hêza 4.0 pileya rixterê hejiya.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê (AFAD) ragihand, li demjimêr 12.37 li bajarê Çewlîgê erdhejek bi pileya 4.0 çêbûye ku navenda erdhejê jî gundê Sancakli ye û kûrahiya wê 7 kîlometre di bin erdê de ye.

Çavdêrxaneya Kandillî ya Zanîngeha Bogazîçî jî ragihand ku pileya erdhejê 4.1 e.

Li gorî agahiyan di encama wê erdheja ku bûye sedema tirsê de, ti ziyanên canî û madî çênebûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin