PeyamaKurd – Li Mynamarê ji ber barana Mûsonan 60 hezar kes ji ser cîh û warên xwe rabûn. Ji nîvê meha Temmûzê heya niha bi serema barana bi şiddet li dora 60 hezar kes ji ser warên xwe bar kirin, 5 kes mirin û li hinek herêman dibistan hatin girtin.
Rêvebirê wezareta Refah, Alîkarî û Îskanê yê Mynamarê Lay Shwe Zin Oo, di ragihandina xwe de got ku ji ber lehiyê bi temamî li dora 60 hezar kes ji ser warên xwe rabûne lê ji wan li dora 20 hezar kes dageriyane ser axa xwe.
40 hezar kesên mane, niha di mansatiran, mabedên Bûdîstan û di dibistanên ku avahiyên wan saxlemin de dimînin.
Li Myanmarê di sala 2008an de ji ber bobelata Nergisê 138 hezar kes can dabûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin