PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li Brîtanyayê balafireke qraliyetê ya ji şerê duyem ê cîhanê mabû ket û pîlotê wê can da.
Li gorî medya Brîtanyayê balafira hêza esmanî ya qraliyeta Brîtanyayê ku ji dema şerê cîhanê yê duyem mabû û bi pervane bû kete xwarê. Di bûyerê de pîlotê Hêzên Esmanî yê Qraliyetê (RAF) jiyana xwe ji dest da.
Hêzên Esmanî ya Qraliyetê (RAF) ragihand: “Di bûyera ketina balafira li nêzîk binkeya Coningsby, ku qezayeke trajîk e pîlotê RAFê jiyana xwe ji dest da û bi xemgînî em jî vê yekê piştrast dikin. Herwiha malbata wî pîlotî jî hatiye agahdar kirin û di vê dema dijwar de em tîka dikin ku ji mehremiyeta wan re rêz bê nîşandan.”
Hate zanîn ku balafira ketî ya modela Spitfire û bi pervane bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin