Balyozxaneya Amerîka li ser salvegera Enfalê peyamek belav kir

Balyozxaneya Amerîka li ser salvegera Enfalê peyamek belav kir

PeyamaKurd – Balyozxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê di derbarê salvegera Enfalê de peyamek belav kir û diyar kir: “Bi xemgîniyeke mezin îro salvegera komkujiya Enfalê ya ji aliyê rêjîma Seddam ve li dijî gelê Kurd hatiye kirin bi bîr tînin.

Balyozxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê îro 14ê Nîsanê di hejmara xwe tora civakî “Twitter” de peyamek belav kir û tê de da zanîn: “Bi xemgîniyeke mezin em îro salvegera komkujiya Enfal (Li deverên Germiyan, Kelar û Çemçemal) bi bîr tînin ku ew komkujî ji aliyê rejîma dîktator ya Seddam Husên ve dijî gelê Kurdistanê hatiye kirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin