Serokê HSDê Ebdî: Em ji bo yekitî û parçenebûna Sûriyeyê xebitîn

Serokê HSDê Ebdî: Em ji bo yekitî û parçenebûna Sûriyeyê xebitîn

PeyamaKurd – Serkirdeyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di daxuyaniya xwe de ragihand, ew ji bo diyalogê ligel hemû aliyên şerê Sûriyê, tevî Tirkiyê, amade ne.

Ebdî herwiha got, ew ê piştgiriyê bidin diyaloga ku wê aloziyan bi dawî bike û çareseriyek ji krîza Sûriyê re bibîne.

Serokê HSDê got, "Em ji bo diyalogê bi hemû hêzan re, Tirkiye jî di nav de, amade ne. Em ê piştgiriyê bidin her diyaloga ku bibe sedema rawestandina pevçûnan û çareseriya siyasî."

"Em ji bo yekîtî û parçenebûna Sûriyeyê xebitîn"

Serokê HSDê diyar kir ku ew her tim ji bo parastina yekitiya Sûriyeyê û nehiştina parçebûna xaka Sûriyeyê xebitîne û got, "Em her tim ji bo parastina yekîtiya Sûriyeyê û nehiştina parçebûna Sûriyeyê dixebitin."

Herwiha tekez kir ku divê hikûmeta Sûriyê, hêzên herêmî û navdewletî rewşa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber çavan bigirin û got, nabe ti gavên ku zirarê bide gelê me û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê avêtin.

Mazlûm Ebdî wiha berdewam kir:

“Em li herêmên xwe ji ber dijberiya hêzên herêmî û navdewletî û destwerdana eşkere û neyînî ya rêjîma Sûriyê ku bandorê li rewşa aborî û civakî li herêma me dike, êşeke mezin dikişînin, em vê yekê baş dizanin. Krîza Sûriyê, bi tundî, şer û şer çareser nabe. Pêwîst e her kes vê rastiyê bibîne û krîz bêyî diyalogê çareser nabe."

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin