Mezlûm Ebdî li Koşka Gel a Şamê fesihkirina HSDê ragihand

Mezlûm Ebdî li Koşka Gel a Şamê fesihkirina HSDê ragihand

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku HSD hatiye fesihkirin. Mezlûm Ebdî li Koşka Gel a Seroktiya Sûriyê ya Şamê ragihand ku “HSD wekî hêzeke leşkerî ya serbixwe hatiye fesihkirin û tevlî artêşa Sûriyeyê bûye.”

Destpêka rûpeleke nû di dîroka Sûriyeyê de

Ebdî di destpêka axaftina xwe de xîtabî Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera, gelê Sûriyeyê û malbatên pakrewanan kir û diyar kir ku ew di qonaxeke dîrokî de ne. Ebdî diyar kir, "Em rûpeleke girîng a dîroka Sûriyeyê digirin û dest bi rûpeleke nû dikin ku navê wê aştî, aramî û avakirina welêt e."

Tevlîbûna di nav lîwayên Artêşa Sûriyeyê de

Fermandarê Giştî yê HSDê got: "Şervanên me destpêkê gelek bajar û bajarokên Sûriyeyê ji desthilata Beasê û paşê jî ji terora DAIŞê rizgar kirin" û destnîşan kir ku di van şeran de bi hezaran şervan ji bo paşerojeke ewle ya zarokên Sûriyeyê şehîd ketine.

Mezlûm Ebdî eşkere kir: "Piştî peymana bi Serok Şera re û temambûna pêvajoya tevlîbûna hêzên me ya di nav lîwayên Artêşa Sûriyeyê de, em îro bidawîhatina erkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk radigihînin. Em bi hemû berpirsyariya xwe radigihînin ku HSD wekî hêzeke leşkerî ya serbixwe hat fesihkirin."

"Veguhestina ji qadên şer ber bi qadên avakirinê ve"

Ebdî diyar kir ku ew dê qurbaniyên şehîdan ti carî ji bîr nekin û wiha pê de çû: "Wan ji bo şer şer nekir, wan ji bo rojekê şer kir ku êdî pêwîstiya Sûriyeyiyan bi şer nemîne. Em dixwazin ev roj bibe destpêka veguhastineke rasteqîn a ji qadên şer ber bi qadên avakirinê ve, ji dema çekan ber bi dema aştiyê ve û ji qonaxa parastina Sûriyeyê ber bi qonaxa avakirina Sûriyeyê ve."

Peyama li ser mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê

Ebdî bal kişand ser mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê jî û ev yek wekî yek ji mafên herî girîng ên Kurdan bi nav kir. Ebdî da zanîn ku Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera di gelek merasîman de parastina vî mafî eşkere kiriye û got: “Wekî ku me ji wî dît, helwesteke wî ya vekirî li ser mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê û bipêşxistina biryara niha di paşerojê de heye. Em dê îsal li ser bicihanîna vê biryarê bixebitin da ku em karibin di paşeroja nêzîk de li ser vê bingehê ava bikin."

Avakirina Sûriyeyeke yekbûyî û nû

Mezlûm Ebdî di dawiya axaftina xwe de li Sûriyeya nû wiha got: "Sûriyeya ku em dixwazim ava bikin, Sûriyeyeke ji bo tevahî gel û pêkhateyên xwe yên ji Ereb, Kurd, Siryan û Asûrî û Tirkmen e. Em dixwazin Sûriyeyeke yekbûyî û ewle ku dê maf û rûmeta hemû welatiyên xwe biparêze û paşerojeke baştir ji nifşên nû re pêk bîne ava bikin. Em şehîdên xwe bi minetdarî bi bîr tînin, rêheval û gelê xwe bi rêzdarî silav dikin."