Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan: Divê Kurd li hember Şamê yek bin

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan: Divê Kurd li hember Şamê yek bin

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 26ê Gulanê pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di civînê de rewşa Sûriyê, Kurd û pêkhateyên din li wî hate gotûbêjkirin. Herwiha guftûgo derbarê geşedanên herêmê, girîngiya parastina aramiyê û rûbirûbûna metirsiyên terorê de, hate kirin.

Mezlûm Ebdî, spasîya xwe ji bo piştgiriya berdewam a Nêçîrvan Barzanî û serkirdayetiya Herêma Kurdistanê ji bo mafên Kurd û pêkhateyên li Sûriyê nîşan da.

Di civînê de, tekezî li ser pêwîstiya diyalog û lihevkirina aliyên kurdî li Sûriyê ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi Şamê re hate kirin.

Herwiha di civînê de çend pirsên din ên cihê girîngiya hevbeş jî hatin axaftin.