PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê HSDê li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê civiyan.
Di civîna taybet de geşedanên dawî yên siyasî û ewlehiyê yên Sûriye û deverê, rewşa Kurdan û pêkhateyên Sûriyê gotûbêj kirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di civînê de dawî pêşhatên siyasî û ewlehiyê yên Sûriye û deverê, rewşa Kurdan û pêkhateyan li wî welatî, bizavên çareserkirina pirsgirêkan, jihevtêgihiştina navbera aliyên Kurdî û hevahengî û alîkariyên ligel Şamê hatin nîqaşkirin.
Hate diyarkirin, ker du aliyan tekezî li ser girîngiya berdewambûna diyalogê, parastina aramiyê û dabînkirina aştiyê li herêmê kir.
Herwiha rûbirûbûna xeteriyên terorê û pêşxistina hevahengiyê bi armanca parastina aramiyê jî mijarên beşeke din a civînê bûn.