Letîf Resîd serdana qezaya Hemdaniyê kir

Letîf Resîd serdana qezaya Hemdaniyê kir

PeyamaKurd – Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd ji bo beşdarî merasîma şîna qurbaniyan û serdana birîndarên şewata hola şahiyan, gihîşt qezaya Hemdaniyê.

Beriya serdana Serokomarê Iraqê, do jî Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî serdana Hemdaniyê kir.

Weke tê zanîn, derengê şeva 26ê Îlona 2023an, li qezaya Hemdaniyê ya li parêzgeha Neynewayê di merasîma dawetê de şewat derket, di encamê de jî zêdeyî 100 kesan can dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Herwiha piştî bûyerê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tîmên agirkuj û bijîşkî raspardin ku alîkariya birîndaran bikin û heta niha hejmarek birîndar bo nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê hatine veguhestin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin