Swêd: Mafê Tirkiyeyê heye xwe ji terorê biparêze

Swêd: Mafê Tirkiyeyê heye xwe ji terorê biparêze

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Tobias Billstrom, di derbarê operasyona Tirkiyeyê ya li dijî herêmên Rojava daxuyaniyek da. Di daxuyaniya hat dayîn de operasyona Tirkiyeyê mafdar hat dîtin.

Tobias Billstrom, di beşdariya Konferansa Bexşa Navneteweyî ya ji bo Moldovayê ku li paytexta Fransayê ya Parîsê dihat rêvebirin, li ser mijarên rojevê ji bo rojnameya Expressen a Swêdê axivî. Wezîrê Swêdî bal kişand ser operasyona Tirkiyeyê ku di rojên dawî de li dijî herêmên Rojava hat lidarxistin.

Billstrom di nirxandina operasyona Pençe-Kiliç a Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) mafdar dît û got,

“Tirkiye, welatekî ku bi êrîşên terorê re rû bi rû dimîne ye û mafê dewletên ku bi êrîşên terorê re rû bi rû dimînin heye ku xwe biparêzin.”

Wezîr Billstrom bi berdewamî bang li hêzên artêşa Tirk kir ku divê di operasyonên bên kirin de xwe ji wendakirina sivîlan dûr bigirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin