PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, di wesayîteke leşkerî ya Rûsî de teqînekê rû daye û 3 leşkerên rûsî birîndar bûne.
Hat ragihandin ku dema karwaneke wesayîtên zirpoşî yên Rûsî berê xwe dabû deriyê sînorî yê li gundê Merc Îsmaîl yê li rojhilatê Kobaniyê, yek ji wan wesayîtan teqiya.
Li gorî zanyariyên xwecihî, di teqînê de 3 leşkerên Rûsî birîndar bûne û piştî teqînê hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) yên Rojava gihîştine cihê bûyerê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin