Polîsên Rûsî gihîstin Kobaniyê û dest bi dewriyeya leskerî kirin

Polîsên Rûsî gihîstin Kobaniyê û dest bi dewriyeya leskerî kirin

PeyamaKurd - Di çarçoveya rêkeftina Tirkiye-Rûsyayê de ku biryar hatibû dayîn, leşkerên Rûsî û artêşa Sûriyê heta 10 km ji sînorê Tirkiyê dewriyeyên çavderiyê pêk bînin karwana polîsên leşkerî yên rûsî derbasî nav bajarê Kobaniyê bû.

Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê, dewriyeya polîsên Rûsyayê dest bi gera li bajarê Kobanê kir ku niha jî dewriye berdewam dike.

Herwiha li gorî çavkaniyên herêmê digel wesayîtên polîsên leşkerî yên Rûsyayê, erebeyên Meclisa Leşkerî ya Kobanê jî di nav dewriyeyê de cî digirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin