PeyamaKurd – Serokê bizava Sedir û fraksiyona El Saîrun li Parlamentoya Iraqê Muqteda Sedir, gef li eşîrên Iraqê xwar û daxwaz ji wan kirin alîgirên xwe tembîh bikin, ji ber Iraq di metirsiyê de ye.
Sedir di peyama xwe de gotiye, peyama wî bo wan eşîretên ku dixwazin heybeta dewletê parastî be û asayîş li Iraqê hebe, ew eşîrên dixwazin pîroziyên welat ji dest DAIŞê û Beis ên pûç û têkder parastî be bo wan e.
Sedir bi zimanekî tund gef xwar û wiha pê de çû: “Baweriya min a mezin bi we heye ku parêzgehên xwe û navçeyên xwe biparêzin. Pîroziyan ji dest wan biparêzin ku dixwazin bi navê şoreşgeriyê û navên din sivikayiyê bikin. Hêvîdarim alîgirên xwe tembîh bikin ku beşdarî tevlihevî û şewitandin û talancîtiyê nekin, em jî piştevanê wan dibin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin