Rûsya: Me musteriyên nûh ji bo petrolê peyda kir

Rûsya: Me musteriyên nûh ji bo petrolê peyda kir

PeyamaKurd – Cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Aleksandr Novak, ragihand ku wê di meha gulanê de Rûsya hilberîna petrola xwe zêde bike û devera Asya-Pasîfîkê di nav de gelek muşteriyan ji bo petrolê peyda kirine.

Novak di civîna çapemeniyê ya li payîtext Moskovayê ya bi rojnamevanan re ragihandi ku hilberîna petrolê ya serê vê mehê, ji ya nîsana borî baştir e. Novak weha dewam kir:

“Hilberîna petrolê ya Rûsyayê wê li gor meha borî zêdetir bibe. Şîrketên me di şertên nûh de li rêyên din digerin û zincîra sewqiyatê çêdikin. Em dibînin ku Asya-Pasîfîk jî di nav de, sewqiyatên mezin hene. Ji bo zêdekirina cûreyên petrola îxracatê em ê veberhênanên nûh bikin û xeta ku diçe Çînê ya Sîbîrya rojhilat- Pasîfîk Okyanûsê firehtir bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin