PeyamaKurd – Li gorî daxuyaniya 24ê demjimêrên dawî ya Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê hejmareke rekor a pêketiyên nû yên koronayê hat tomarkirin û 12 kesan jî bi vîrusê wefat kir.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1598 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 453 kes li Hewlêrê, 346 kes li Silêmaniyê, 736 kes li Duhokê, 59 kes li Germiyanê û 4 kes li Raperînê ne.
Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 12 kesan jî jiyana xwe ji dest daye ku 4 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê û 3 kes li Germiyanê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 911 pêketiyên koronayê jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan bi giştî gihîşt 218118 kesan, ya mirinan bû 4660 kes û heta niha 190392 nexweş jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin