Serê zîndanê li kolanê dewam kir: 9 kustî

Serê zîndanê li kolanê dewam kir: 9 kustî

PeyamaKurd – Piştî şerekî di zîndana bajarê Ciudad Juarezê ku bajarê Meksîkayê ye, rêxistina Los Mexicles li gelek ciyan êrîşê sîvîlan kir û di encamê de 9 kesan kuştin. Bûyer piştî di zîndanê de 2 grûbên çete yên bi navê Los Mexicles û Los Chapos ê do lihev xistin, endamên grûba Los Mexicles di kuçên bajêr de li sîvîlan xistin.

Di êrîşa ser xawringeha pîzayê de 4 kesên ku di radyoya Mega de dixebitîn hatin kuştin. Di êrîşa ser banzînxaneyekî û 3 supermarketan de, çek bikaranîn û Molotof kokteylê âvêtin ser wan û di encamê de agir berdan 2 kargehan û 5 kesan kuştin. Di nav kuştiyan de jineka biheml jî heye.

Li ser bûyerê musteşarê ewlehiya giştî Ricardo Mejia Berdeja ragihand ku hêzên asayîşê operasyon kirine ser wan çeteyan û di encamê de 6 endamên Los Mexicles girtine û niha asayîşa bajarê Ciudad Jurez baş e. Hem wê îro gelek supermarket, xwaringeh û zanko ji ber bûyerên şiddetê girtîbin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin