Li Colemêrgê bo 15 rojan qedexe hat ragihandin

Li Colemêrgê bo 15 rojan qedexe hat ragihandin

PeyamaKurd - Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê li 5 herêman ji bo 15 rojan qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin.

Parêzgeriya Colemêrgê bi daxuyaniyekê ragihand, li 5 herêmên Colemêrgê ji ber şer û pevçûnan herêmên taybet yên ewlekariyê hatine ragihandin.

Di daxuyaniya parêzgariyê de hat gotin; li navçeyên Çelê, Colemêrgê, Şemizînan, Gever û Rûbarokê hinek dever ji bo 15 rojan ji çûnûhatinê re hatine qedexekirin û rê ji aliyê leşkeran ve hatine girtin.

Hêjayî gotinê ye, di nav hefteyekê de li heman deveran gerîlayên PKKê çend caran êrîşî ser baregehên leşkerên Tirkiyê kiribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin