Bi tohmeta gendeliyê serokê navçeyeke Ûrmiyê hat girtin

Bi tohmeta gendeliyê serokê navçeyeke Ûrmiyê hat girtin

PeyamaKurd –  Bi tohmeta gendeliyê, yek ji serokê şaredariyên bajarê Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, hat girtin.

Di berdewamiya lêkolîna li ser dosyeyên gendeliyê yên şaredariya bajarê Ûrmiyê de, hêzên ewlekariyê yên Îranê girtin ser avahiya Şaredariya Navçeya 2 a Ûrmiyê û serokê şaredariyê girtin.

Roja 8ê Kanûna 2020an, Serokê Şaredariya Navçeya Yek a bajarê Ûrmiyê jî bi tohmeta gendeliyê hatibû desteserkirin.

Di çend rojên borî de, heft kes ji berpirs û fermanberên Şaredariya Ûrmiyê, bi tohmeta gendeliyê û destdanîna ser milkên giştî, hatine deteserkirin û radestî navendên dadweriyê hatine kirin.

Herwiha, di nava du mehên dawî ya îsal de, bi kêmanî 13 fermanber û rêveberên şaredariya Ûrmiyê bi tohmeta gendeliyê û wergirtina bertîlê hatine girtin. 

Ji fermanberên Şaredariya Pîranşarê li başûrê rojavayê parêzgeha Ûrmiyê jî, 9 kes bi tohmeta gendeliyê hatin deteserkirin.

Di du salên borî de, zêdetirî 90 kesan ji fermanber û berpirsên şaredariyan û encûmenên bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê, bi tohmeta gendeliyê hatin desteserkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin