PeyamaKurd - Li gorî nûçeya The Times of Israelê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) daxwaza vîzeyê ya Serokê Filistînê Mehmûd Ebas a ji bo beşdarbûna di Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de red kir.
Tê çaverêkirin ku Ebas, mîna sala borî, îsal jî bi rêya sîstema vîdyokonferansê axaftinekê bike.
Hat diyarkirin ku ji bilî Ebas, daxwaza vîzeyê ya gelek rayedarên din ên Filistînê jî hatiye redkirin.
Rayedarekî Filistînî da zanîn ku ji bo hin berpirsan qanûna koçberiyê ya ku destûrê nade kesên bi têkiliyên terorîstî re vîzeyê bigirin hatiye bikaranîn.
Ji aliyê din ve, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku ji ber ku rêveberiya Filistînê reform pêk neaniye û sozên xwe bi cih neanîye, biryarên sînorkirina vîzeyan hatine dirêjkirin.