PeyamaKurd – Serokê Şaredariya Ûrmiyê Mihemed Hezretpûr, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve, roja Duşemê di 11ê Çileya 2021an de, hat desteserkirin.
Li gor Endamê Encûmena Bajarê Urmiyê Mihemed Xelîlpûr ji IRNA ajansa fermî ya Îranê re diyar kiriye, Mihemed Hezretpûr ji bo lêkolînê bo rêveberiya Îtilaata Ûrmiyê hatiye veguhastin û lêkolîn pê re tê kirin. Lê tu behsa sedema desteserkirinê û lêkolîna pê re nekiriye.
Heta niha jî sedema desteserkirina Serokê Şaredariya Ûrmiyê bi fermî nehatiye ragihandin, lê belê di hin medyayên xwecihî de û li ser torên civakî amaje bi wê yekê hatiye kirin, ku desteserkirina wî ji ber dosyeyên gendeliyê yên di nav şaredariya Ûrmiyê de heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin