PeyamaKurd – Ajansa Reutersê bi zarê berpirsekî Tirkiyê eşkere kir ku di dawiya vê mehê de wê civînek navbera Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Joe Biden de pêk were.
Hat diyarkirin ku wê di civînê de, babetên girêdayî rewşa Sûriyê, Ukrayna, têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê, peymana zadê Ukrayna û nakokiyên navbera Yûnanistan û Tirkiyê werin gotûbêjkirin.
Li gorî zanyariyên berpirsê tirk dane Reutersê, hevdîtina Erdogan û Biden di dawiya meha Îlonê de pêk tê.
Hêjayî gotinê ye, Erdogan ji bo beşdarî Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe serdana Amerîkayê dike û têxmînkirin ew hevdîtin jî di wê demê de bê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin