Rûsya: “Helîkoptera me bi fuzeya ji Ermenistanê hat avêtin ket”

Rûsya: “Helîkoptera me bi fuzeya ji Ermenistanê hat avêtin ket”

PeyamaKurd – Wezareta baregiriyê ya Rûsyayê ragihand ku bi fuzeya ji Ermenistanê hat avêtin helîkoptera wan ya Mİ-24 ket û 2 muretebatên wê tê de can dan. Li gor ragihandina wezaretê; helîkoptera Rûsyayê bi karwanekî leşkerî re hevaltî dikir û di navbera Ermenistan û Naxçivana otonom de nêzî gundê Yeraskhê, ji aliyê sîstema parastina hewayî de hat xistin.

Li gor ragihandina medyayê; ji bilî her dû muretebatên mirî, yekî jî birîndar e. Wezareta bergiriyê lêpirsîna xwe dewam dike.

Çapemenî her weha besta taybetmendiyên helîkoptera Rûsyayê weha kir:

Helîkopterekî êrîşêye û yek ji wan e ku di dinyayê de cara yekem bo êrîşan hatiye bikaranîn. Gewda wê bi zirxên saxlem hatiye dorpêçkirin. Dikare li hemberê fişeka balafirsawarê ya 12,7 mm yan di ber xwe bide. Kokpît û pîlotên wê dikare li hemberê êrîşên NBC (nukleer, biyolojîk, kîmyewî) yê xwe biparêze. Dikare bi kontrol fuzeya li hemberê tankê û roketên 57 mm bavêje. Di nav gewdeya wê de 8 leşkerên bi timtêl, 4 sedye û heya 2.400 kîloyî bar an muhîmmat hilbigre.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin