PeyamaKurd - Girtiyekî siyasî yê Kurd li girtîgeha Ûrmiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê, devê xwe dirût û dest bi gireva birçîbûnê kir.
Li gorî ragihandina Hengawê, girtiyê siyasî yê kurd Adil Mukerem ku di girtîgeha navendî ya Ûrmiyê de ye, wek nerazîbûn li ser zelalnekirina rewşa wî dest bi gireva birçîbûnê kir.
Adil Mukerem ji bo ku tiştekî nexwe, devê xwe dirût û got, heta rewşa wî zelal nebe dest ji çalakiya xwe bernade.
Adil Mukeremê 30 salî xelkê bajarê Ûrmiyê ye û sala borî xwestibû bi rêya Tirkiyê derbasî Ewropa bibe û daxwaza mafê penaberiyê bike lê li Tirkiyê ew radestî Îranê kiribû.
Mukerem bi tohmeta endamtiya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê hatiye girtin û hîn dosyeya wî nehatiye zelalkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin