PeyamaKurd - Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin bertek da nirxandin û analîzên Nûnerê berê yê Serokê Amerîkayê Brett McGurk û got, “Tawanbariyên Mcgurk ên bo Tirkiyê propagandaya PKKê ye.”
Kalin bersiv da nivîsa McGurk a rojnameya Washington Postê ku li ser Sûriyê rexneyên tund li Tirkiyê kiribûn û gotibû, wekî hevpeyman bawerî bi Tirkiyê nayê.
Îbrahîm Kalin li ser hesabê twitterê got, "Analîzên McGurk xelet in, tawanbariyên bo Tirkiyê bêwate ne. Tawanbariyên McGurk dubarekirina propagandaya PKKê ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin