PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Sûdanî ragihand ku wê bixebitin da bajarê Helebçe bikin parêzgeh. Daxwuyanî li ser pirsa peymanêrê Rûdawê ji aliyê serokwezîr Sûdanî de hat dayîn. Serokwezîr Sûdanî ji bo Helebçê weha got:
“Em ê bixebitin da Helebçê bikin parêzgeh. Divê encumena wezîran û hukumeta Herêma Kurdistanê li serê bixebitin. Helebçe her tiştên baş heq dike. Desteka xelkê Helebçê wezîfa me ye. Ew bedelekî mezin li hemberê dîktatorê dirinde da û xwîna xwe rêtin.”
Bajarê Helebçe bi hesêb nûfûsa xwe li dora 120 hezar kesiye. Ji navçeyekî û 4 nehiyan pêk tê: Navenda Helebçe û nahiyên Xurmal, Biyare, Bemo û Sîrwan.
Tevî Helebçe di 2014an de wê bibûya parêzgeha 4em ya Kurdistanê, heya niha nekirin parêzgeh. Tevî Helebçe ne parêzgehe jî di navbera Helebçe û Îranê de deriyên sînor yên Şûşme û Pişte hene lê her dû derî jî fermî nînin.
Helebçe ji aliyê erda xwe ve li serê cotyarî û karê baxçe têkirin. Di îsal de di îxracata hinar û ava bacanên sor de navê wê derket pêş.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin