HSDê îddiayên Tirkiyê red kirin

HSDê îddiayên Tirkiyê red kirin

PeyamaKurd – HSDê îddiayên Tirkiyê yên derbarê teqîna Enqerê de red kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), li ser teqîna li Enqereyê daxuyaniyek da.

Weke tê zanîn, 1ê vê mehê derdora 09:30î de, 2 kesan li Enqereyê bi otomobîlekê êriş pêk anîbû.

HPGê eşkere kir, êriş ji aliyê Tabûra Nemiran ve hatiye encamdan.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî eşkere kir, her du gerîlayên êriş pêk anîne “Ji Sûriyeyê hatine.”

Herwiha Fîdan gefa “operasyonê” xwar û got, “PKK û YPG armancên sereke yên hêzên me ne.”

Navenda Ragihandinê ya HSDyê di daxuyaniya xwe de bersiv da angaştên Hakan Fîdan û da zanîn:

“Îdiayên berpirsên Tirkiyeyê yên ku dibêjin encamderên teqîna li Enqereyê ji navçeyên HSDyê derbasî Tirkiyê bûne, ne rast in.

Ev, mijareke dubarekirî ye, dikeve çarçoveya tohmetên bêbingeh ku Tirkiyeyê berê wan dide HSDyê.”

HSDê herwiha di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, ew ê ewlehiya herêma xwe biparêzin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin