PeyamaKurd – Rêberê Giştî yê Hizbulaha Lubnanê Hesen Nesrellah piştî destpêkirina şerê Îsraîl-Hemasê bi 28 rojan, yekem axaftina xwe ya li ser mijarê îro Înê 3yê Mijdarê kir.
Nesrellah di beşeke gotara xwe de daxwaza agirbestê kir û diyar kir ku şerê Xezeyê li ser çend bere û meydanan berfireh bûye ku şerê li dijî Îsraîlê jî şerekî olî, rewa, ehlaqî û mirovî ye.
Nesrellah ji bilî pesndana şerê Hemasê yê bi navê Tofana Eqsayê li dijî Îsraîlê, herwiha pesnê komên çekdar ên li Iraqê da ku êrîşê baregehên Amerîkayê li Sûriye û Iraqê dikin.
Nesrellah got ku biryara ‘Operasyona Tofana Eqsayê’ tenê ji aliyê Hemasê ve hatiye dayîn û diyar kir, “Îran nikare biryarê li ser hêzên muqawemetê bide”.
Rêberê Hizbullahê diyar kir, “Berpirsê vî şerî Amerîka ye, tenê Îsraîlê didin pêş. Ji hemû komkujiyan Amerîka berpirs e, divê bê mehkumkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin