PeyamaKurd- Endamê konseya serokatiya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan Nasrûllah Sorçî ragihand ku bi PDK ê hevdîtinên wan dewam dikin û divê bigihên lihevkirinekî. YNK dixwaze ku civîna parlementoyê bipaşbixe û bo civîna do jî xwestibû 24 siet bidin paş. Sorçî weha got:
“Bi PDK ê re dîrokeka me ya hevpar heye. Raste ku di navbera me de ferqiyet hene lê di encamê de em mecbûrin lihev bikin. Eger armanc parastina destkeftiyan be, divê em li ser masê rûnên. Her dû alî mijarên ku li serê lihev nakin divê ji wan re çare bibînin. Eger ev nebe, em nikarin bidestkeftiyên xwe biparêzin û dahatûyeka me ya xweş jî çênabe.”
Sorçî ragihand ku hevdîtinên wan bi PDK ê re dewam dikin û ti wezîfeyekî ji partiyê daxwaz nekiriye. Di mijara Kerkûkê de divê parêzgerekî Kurd bê tayînkirin halê wê vegere normaliya xwe ya berê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin