Tirkiye û Rûsyayê li ser vekisandina çekdarên biyanî li hev kir

Tirkiye û Rûsyayê li ser vekisandina çekdarên biyanî li hev kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di Lutkeya Libyayê ya li Berlîn a paytexta Almanyayê hat lidarxistin de, Rûsya û Tirkiyê rêkeftin ku çekdarên xwe yên li Libyayê vekişînin.

Li gorî ragihandina ajansa Reutersê, di Lutkeya Libyayê ya bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) li Berlînê hat encamdan de, Tirkiye û Rûsyayê li ser vekişandina çekdarên biyanî li hev kiriye û wî çekdarên bi ser wan herdu welatan ve bêne vekişandin.

Beriya niha jî bi agirbesta Libyayê re ku hikûmeta veguhêz hatiye avakirin re biryar hatibû dayîn hemû hêzên biyanîn ji Libyayê bêne derxistin û heta hilbijartinên Kanûna îsal mohlet bo wan hatibû diyarkirin.

Li aliyê din Reutersê diyar kiriye ku Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas jî daye xuyakirin ku ev lihevkirin nayê wateya wê hêzên biyanî yên rûs û tirk di rojekê werin vekişandin û ew dixwazin ji vê lihevkirin bawer bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin