Wî welatî, Amerîka û YEyê bi alîgiriyê tawanbar kir!

Wî welatî, Amerîka û YEyê bi alîgiriyê tawanbar kir!

PeyamaKurd- Serokwezîrê Kosovayê Albin Kurti îdia kir ku nûnerên Amerîka û Yekîtiya Ewropayê (YE) li hember Kosovayê alîgir in û li hember rejîma Sirbîstanê toleransê nîşan didin.

Albin Kurti di hevpeyvîna xwe ya bi ajansa Associated Press (AP) re li ser Nûnerê Taybet ê Diyaloga Belgrad-Prishinê yê YEyê Miroslav Lajcak û Nûnerê Taybet ê Balkana Rojava yê Amerîkayê Gabriel Escobar de got,  “Ew bi daxwaza aliyên din tên cem me.”

Kurti diyar kir ku heta çeteyên tawanbar ên Sirb ji welêt dernekevin û neyên girtin, hêzên taybet ên polîsên li Bakurê Kosovayê nikarin bên kêmkirin û got,

"Heger li Kosovayê ev yek nebûya, dê aştî pêk bihata. Ji Belgradê fermana tundiyê heye. Bi navbeynkarên navneteweyî, hêsankarên Ewropayê em têk çûn.”

Albin Kurti diyar kir ku ji bo pêşbirkeke adil, pêwîstiya wan ji bo şaredariyên nû û pêşbaziyeke demokratîk bi alîkariya civaka navneteweyî heye û got,

"Ji ber ku Belgradê ferman daye, em nikarin pêvajoyeke din a ku berendamên Sirbî beriya destpêkirina kongreyê bi çend rojan boykot bikin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin