PeyamaKurd-Serokê Fransayê Emmanuel Macron balê kişand ser bi talûka Rûsyayê ve û got ger artêşeka wan ya serbixwe ku ne girêdayê Amerîka be, tinebe ,wê Awrûpa di ewlekariyê de nîn be.
Macron tevli bernameyeka radyoyê bû û di bernamê de got:
“Eger em nebin xwediyê artêşa Awrûpayê, em ê nikaribin Awrûpayê biparêzin. Pêdiviya me bi artêşeka serbixwe heye û divê Awrûpa karibe bi serê xwe parastina xwe bike. Rûsya gihaye heya sînorê me.”
Macron got ku di Awrûpa de netewaperestî zêde dibe, nasyomalîzm xurt dibe û her diçe Awrûpa perçe dibe. Nasyonalîst her dem li ser siyaseta tirsê dixebitin û pêdiviya wan bi Awrûpayeka xurt heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin