Rûsya: Ku hûn êrîsî Sûriyê bikin, em ê bersivê bidin!

Rûsya: Ku hûn êrîsî Sûriyê bikin, em ê bersivê bidin!

PeyamaKurd- Nûnerê Rûsyayê yê Netewên Yekbûyî got ku Rûsyayê, Amerîka hişyar kir ku êrîşî Sûriyê neke!

Nûnerê Rûsyayê yê Netewên Yekbûyî Vladimir Chizhov ji çapemeniyê re daxuyaniyek da û got ku Rûsyayê hem li ber çavê raya giştî û hem jî bi rêyên brokrasiyê Amerîka hişyar kir ku êrîşî Sûriyê neke!

Chizhov wiha berdewam kir : Me ji Amerîkayê re gotiye ku bi qestî an jî bêhemdî zerarek bigihe welatiyên Rûsyayê, ji bo Amerîkayê encamên xirab wê derkevin.

Serokê Sererkaniya Rûsyayê General Valery Gerasimov jî got ku heke Amerîka êrîşî tesîsên Sûriyê bike, Rûsya jî wê bersivê bidin wan.

Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû ku ji ber bikaranîna çekên kîmyewî yên li Xutayê, ew ê bersiveke tund bidin rejîma Şamê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin