PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku heke wekîlên Partiya Demokrat, avakirina dîwarê li ser tixûbê Meksîkayê destek nekin, ez ê hikûmetê belav bikim. Divê mijara koçberan mirov li hêviya siûdê nehêle.
Di derbarê mijarê de Donald Trump li ser hesabê xwe yê twitterê mesajên girîng dan. Trump bangî wekîlên Partiya Demokrat kir û got ku piştgiriyê bidine dîwarê li ser tixûbê Meksîkayê. Heke piştgiriyê nedin, ez ê hikûmetê belav bikim.
Trump wiha dewam kir: Divê em ji bo pirsgirêka koçberan çareyeke esasî bibînin. Ji bo ku koçber bêdestûr derbasî Amerîkayê nebin, divê em li ser tixûbê Meksîkayê dîwarekî ava bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin