Macron: Di mijara YPGê de em û Tirkiye wek hev nafikirin

Macron: Di mijara YPGê de em û Tirkiye wek hev nafikirin

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron li London ya paytexta Brîtanya berî Hilcivîna NATO kom bûn. Serokomarê Fransayê Macron di civînê de got, “em û Tirkiye li ser terorîzmê wek hev nafikirin.”

Her du serok di civîneke hevbeş de ser Tirkiye, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û koçberî û bazirganiyê axivîn. Macron di axaftina xwe de da zanîn ku ew û Tirkyê derbarê terorîzmê de wek hev nafikirin û diyar kir ku Tirkîye “yek caran bi komên girêdayî Dewleta Îslamî (DAIŞ) re dixebite”

Wî amaje kir ku ew ‘’mijareke stratejîk’’ e û bi berdewamî diyar kir ku divê ser DAIŞ’ê ‘nezelalî’ tunebe.

Serokomarê Fransayê bi bîr xist ku Tirkiyê ji Rûsya, pergala S-400 sitandiye û got “Ew dewlet çawa dikare bibe endamê tifaqê û ji Rûsya hin tiştan bistîne û entegre bibe û bi wê re bixebite?’’Emmanuel Macron herwiha bal kişand ser helwesta Tirkiyê ku ew dewlet dide zanîn ku ger NATO, YPG’ê wek “rêxistineke terorê’’ nepejirîne ewê piştgiriyê nede Plana Baltik.

Macron da zanîn ku divê ser vê helwesta Tirkîiê ji wê were pirsîn ku dixwaze wek endama NATO bimîne yan na. Trump jî di axaftina xwe de diyar kir ku ew ser mueyîdeyên li dijî Tirkîyê hîn nirxandinan dikin.

Trump ser pergala S-400 ya ku Tirkîyê ji Rûsya wergirtibî jî rêvebirîya Barack Obama tawanbar kir û da zanîn ku Tirkiyê xwestiye Pergala parastinê ya Patriotan bistîne lê rêvebirîya Obama destûr nedaye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin