PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Almanyayê Maas ragihand, êrişên artêşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê li dijî qanûnên navdewletî ye û Almanya dê pêşiya wan êrîşan bigire.
Wezîrê Derve yê Almanya, Heiko Maas dîsa nîgeraniya xwe li hember êrişên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê nîşan daye û gotiye, Almanya di wê baweriyê de ye êrişên Tirkiyê li dijî kurdan, ne rewa û li dijî qanûnên navdewletî ye. Ya ku Tirkiye dike dagîrkarî ye.
'DÊ HEWL BIDIN AGIRBEST WERE DIRÊJKIRIN Û PÊŞIYA DAGÎRKARIYÊN TIRKIIIYÊ JÎ BÊ GIRTIN’
Heiko Maas her wiha gotiye, dê hewl bidin agirbesta ku hatiye ragihandin, were dirêjkirin û pêşiya dagîrkariyên Tirkiyê jî bê girtin.
Di êrişa artêşa Tirkiyê de li ser Rojavayê Kurdistanê, bi sedan sivîl û şervanên kurd canê xwe ji dest dan, bi sedan kes birîndar bûn, zêdetirî 300 hezar kes jî koçber û derbider bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin