PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden di gotara xwe ya Civata Giştî ya 77emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) de, bal kişand ser şerê Rûsya yê li Ukraynayê û protestoyên li Îranê û got, “Têkoşînek di navbera demokrasî û otokrasiyan de heye. Amerîka di parastina demokrasiyê de bi biryar e. Lewra tekane navgîna me demokrasî ye.”
Serokê Amerîkayê li ser protestoyên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê yên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî li dijî rejîma Îranê berdewam dikin ragihand, “Amerîkî li kêleka jinên cesûr ên Îranî ne. Amerîka li kêleka welatiyên Îranê yên beşdarî protestoyan dibin e.”
Joe Biden li ser gefên bikaranîna çekên nukleerî yên Pûtîn diyar kir, “Ti kes Rûsyayê tehdîd nake. Pûtîn neberpirsiyarane tevdigere. Pûtîn bi dagirkirina Ukraynayê peymana NY binpê kir. Mafên Ukraynayê jî wekî hemû netewên serwer heye. Em ê li hember êrîşkariya Rûsyayê li kêleka Ukraynayê bin.”
Biden bal kişand ser ku divê endamên Konseya Ewlekariya NY ji bikaranîna mafê vetoyê dûr bisekinin û ew piştevaniya zêdekirina endamên daîmî û ne daîmî yên Konseya Ewlekariyê dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin