Dr. Elî Teter Nêrweyî bû parêzgarê nû yê Duhokê

Dr. Elî Teter Nêrweyî bû parêzgarê nû yê Duhokê

PeyamaKurd – Dr. Elî Teter Nêrweyî li şûna parêzgarê Duhokê Ferhad Etrûşî, wekî parêzgarê nû yê Duhokê hat destnîşankirin.

Serokê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Encûeman parêzgeha Duhokê, Hoşyar Gulî piştrast kir ku parêzgarê Duhokê hatiye guhertin û Dr. Elî Teter Nêrweyî li şûna Ferhad Etrûşî bûye parêzgarê Duhokê.

Guhertina postên rêveberiyan di çarçoveya biryara Hikûmeta Kurdistanê de, hatiye destpêkirin ku berî niha postên îdareya parêzgeha Hewlêrê jî hatibûn guhertin û Ferset Sofî bûbû parêzgarê nû yê Hewlêrê.

Bajarê Duhokê ji 27ê Gulana 1969an ve bûye parêzgeh ku ji 7 qeza û 24 bajarokên wê hene. Serjimariya xelkê Duhokê nêzikî 1 milyon û 500 hezar kesan e.

Parêzgarê nû yê Duhokê Dr. Elî Teter Nêrweyî, endamê serkirdayetiya PDKê ye û Berpirsê Liqa 8 a PDKê ye li Zaxo û bawernameya wî ya doktorayê heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin