Helebce | Bi navê xwepêsandanê êrîsî avahiyên PDKê û saziyan kirin û sewitandin

Helebce | Bi navê xwepêsandanê êrîsî avahiyên PDKê û saziyan kirin û sewitandin

PeyamaKurd - Li bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê, teqe li baregeha Liqa 12 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat kirin û Rêveberiya Şaredariya Helebceyê, avahiya Qaymeqamiyê û Binkeya Polîsê Çûnûhatinê hatin şewitandin.

Li gorî nûçeya K24ê, çend kesan hewla êrîşkirina ser bargeha Liqa 12 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li bajarê Helebceyê daye û gule berdane baregehê ku berpirsên PDKê dibêjin, ew kesên êrîşkar xwepêşander bûn.

Hat ragihand ku şevê din (22ê Tebaxa 2020an) çend kesan li nav bazara Helebeceyê dest bi xwepêşandanê kirine û destpêkê avahiya Şaredariya Helebceyê şewitandin, hemû belge û dokumêntên welatiyan ên li şaredariyê şewitîn.

Herwiha zirar gihiştiye avahiya Qeymeqamiya Helebceyê û Binkeya Polîsê Trafîkê ya Helebceyê û Binkeya Trafîkê ya Helebceyê bi temamî hatiye şewitandin.

Xwepêşanderên ku ji bazarê ber bi deriyê bajêr bi rê ketibûn, li ber baregeha Liqa 12 ya PDKê tekel şewitandine û kevir avêtine baregehê û gule berdane avahiyê, ku dewsa 10 guleyan li ser avahiyê xuya ye.

Herwiha ji ber ku kevir avêtine baregeha Liqa 12 ya PDKê, pêşmergeyek birîndar bûye.

Xwepêşanderên şeva din ên li Helebceyê li gelek taxan tekel şewitandine û bi keviran pîs kirine. Niha karmendên şaredariyê bi paqijkirina bajêr ve û karmendên Rêveberiya Trafîkê ya Helebceyê jî bi paqijkirina binkeya şewitandî ve mijûl in.

Serokê Şaredariya Helebceyê Kiwêstan Ekrem ragihand: “Mixabin Şaredariya Helebceyê û tiştên di nav avahiyê de hatine şewitandin.”

Ragihandina Polîsê Çûnûhatina Helebceyê jî diyar kir: “Çend kesên alozker bi navê xwepêşanderan êrîş kirin ser avahiyê û şewitandin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin