Îngiltere: Johnson, Biden Macron û Scholz axivîn

Îngiltere: Johnson, Biden Macron û Scholz axivîn

PeyamaKurd- Ji aliyê Ofîsa Serokwezîrtiya Îngiltereyê ve hat ragihandin ku rêberên Fransa, Almanya, Amerîka û Îngiltereyê, bi rêya telefonê axivîne û rewşa mijarên navnteweyî û rewşa şerê navbera Ukrayna û Rusyayê nirxandine.

Di daxuyaniya hat dayîn de hat eşkerekirin ku Joe Biden, Emmanuel Macron, Olaf Scholz û Boris Johnson, li ser şerê dagirkirina Rusyayê ya Ukraynayê û mijarên din ên ku ji bo raya giştî ya cihanê girîng in, guftûgo kirine.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de her çar rêbaran jî piştgiriya xwe ya ji bo Ukraynayê dubare aniye zimên û li ser rewşa santrala nukleerî ya Zaporijyayê axivîne û dilxweşiya xwe ya li ser guftûgoyên serdana rayedarên Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (UAEA) diyar kirine.

Ji aliyê Koşka Spî ve jî daxuyaniyek hat dayîn û hat eşkerekirin ku rêberên her çar welatan, hewilên zindîkirina peymana nukleerê ya Îranê ku di sala 2015an de hatibû kirin, nirxanidine.

Hat zanîn ku li ser hevdîtinên bernameya nukleerê ya Îranê ku dewam dikin her wiha li ser bihêzkirina piştgiriya hevkarên li Rojhilata Navîn û kêmkirin an jêgerîna çalakiyên Îranê yên herêmî jî guftûgo hatine kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin