PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qûbad Talabanî bi rêya înternetê tevlî Forûma Aboriya Kurdistanê ya li Londrayê bû û programa hukumeta Herêma Kurdistanê ya di derbarê aboriyê de ragihand. Talabanî her weha ragihand ku ew amade ne bi Bexdayê re li ser mijara deriyên sînorî û petrolê de rêkeftinê li gel Bexdayê bikin.
Talabanî di gotara xwe ya forûmê de behsa asasê aboriya Kurdistanê ya nû kir. Xalek ji ya xurtkirina aboriyê ew e ku aboriya Kurdistanê pircûre bikin da tenha girêdayê petrolê nemînin. Behsa Kovid-19 ê û bandora wê li ser aboriyê Kurdistanê ya neyînî kir û got:
"Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dike ku siyaseta xwe ya aborî ya li ser bingeha petrolê biguhere da ku pîşesazî, çandinî û geştiyariyê pêş bixe. Me gavên ji dil avêt ku cotiyarên Kurdistanê destê xwe ji hukumeta Kurdistanê re venekin. Destekê û cesaretê da sektora taybet da xwe bipêş bixe û roleka baş di aboriyê de bileyîze. Mînak; di mijara genim de, li şûna ku genimê xwe bidin dewletê, bila li bazara xwe bifroşin û ev bo wan û bazarê baştire."
Talabanî got ku di mijara projeya xizmetguzariyê de weha got:
" Em di pêvajoya dîjîtalîzekirina hikûmetê de ne da ku xizmetên hikûmetê baştir birêve bibin û gendeliyê ji holê rakin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin