PeyamaKurd - Hat ragihandin ku hêzên Amerîkî û Afganistanê li bajarên Kunar û Nangarhar ê rojhilatê Afganistanê, herî kêm 9 çekdarên girêdayî rêxistina Xoresan ku baskê DAIŞê ye kuştin.
Li gor nûçeya Hama Pressê 4 çekdarên rêxistinê bi operasyona navgînên bêmirov ên hewayî (NBH) li wilayeta Nangarharê hatine kuştin.
Herwiha hat diyarkirin ku li herêma Biç Dara ya wilayeta Kunarê jî 5 endamên heman rêxistinê ‘Xoresan-DAIŞ) hatine kuştin û hejmarek ji wan jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin