PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê eşkere kir ku di 24 demjimêrên borî de 1078 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 11 kes jî pê mirine.
Di daxuyaniya îro Çarşemê ya Wezareta Tenduristiyê de hat ragihandin, di 24 demjimêrên borî de 1078 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 360 kes li Hewlêrê, 107 kes li Silêmaniyê û 611 kes li Duhokê ne.
Wezaretê diyar kir ku di nav 24 demjimêran de 11 kesan can daye, ji wan 5 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê û 1 kes li Helebce ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 723 kes ji nexweşiya korona rizgar bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan bi giştî gihîşt 208000 kesan, ya mirinan bû 4626 kes û heta niha 188780 nexweş jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin