PeyamaKurd – Li navçeya Mêrdînê, Nisêbînê dema wesayîta leşkerî li nav bajêr derbas dibû, bombeyeke çandî pê de hat teqandin.
Li gorî ragihandina medya tirk di encama teqînê de, li gorî zanyariyên destpêkê 3 leşker birîndar bûne û ew bo Nexweşxaneya Midyadê hatine veguhestin.
Hat diyarkirin ku birîna yek ji leşkerên birîndar xedar e û ew bi helîkopterê rakirine nexweşxaneyeke Diyarbekirê.
Hat zanîn ku piştî teqînê hêzên li cihê teqînê û derdora wê operasyon hatiye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin