PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 8ê Cotmehê pêşwazî li Konsolê Giştî yê Fransa li bajarê Hewlêrê Olivier Decottignies kir.
Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtinê de, guftûgo derbarê rewşa niha û guhertinên siyasî yên dawî yên li ser asta navçeyê hatin kirin.
Herwiha ronahî hate xistin li ser wan gefên ewlehiyê û astengiyên ku li ber proseya siyasî ya Iraqê hene.
Di beşeke din a vê hevdîtinê de, Konsolê Fransa li Hewlêr ji bilî tekezkirina li ser dostanî û pêwendiya dualî, piştevaniya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê tekez kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin