PeyamaKurd – Berpirsê Nivîsgeha Raporên Navdewletî ya Peymangeha Derve ya Kurdistanê Dîndar Zebarî ragihand ku bi kordînasyona hikûmeta Bexdayê, heta niha 15 terorîstên DAIŞê yên tirk bo Tirkiyê hatine radestkirin.
Zebarî ji Rûdawê re ragihandiye ku di maweya şerê dijî DAIŞê de, pişka herî mezin ketiye alîyê Kurdistanê û di şerê Pêşmerge û DAIŞê bi qasî 20 hezar terorîstên DAIŞê hatine bêbandorkirin ku li gor amarên 2018an bi qasî 600 DAIŞiyên girtî di destê Kurdistanê de bûn û beşek ji wan jî bi hevkariya hikûmeta Iraqê radestî welatên wan hatine kirin.
Dîndar Zebarî da zanîn ku 700 girtiyên DAIŞê bo hikûmeta Iraqê hatine radestkirin û 40 girtiyên biyanî yên DAIŞê ji welatên wekî; Tirkiye, Suriye, Îran, Azerbaycan, Japonya, Çin, Cezayir, Çeçenistan û Amerîkayê bûn.
Zebarî da xuyakirin ku 15 girtiyên DAIŞê yên hemwelatiyên tirk bi agahdariya hikûmeta Iraqê radestî konsûlxaneya Tirkiyê hatine kirin û heman tişt ji bo welatên din jî hatiye kirin.
Dîndar Zebarî diyar kir ku bi qasî 700 girtiyên DAIŞê yên hatine dadgehkirin li Kurdistanê hene û mayîna wan ji bo Kurdistanê kulfeteke mezin e.
Zebarî herwiha da zanîn ku heta niha Hêzên Sûriya Demoratîk (HSD) ti DAIŞîyek radestî wan nekiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin