Bi perê Qeddafî li Qeddafî xistin

Bi perê Qeddafî li Qeddafî xistin

PeyamaKurd- Belçîka ragihand ku bi milyar Euroyan perê Qeddafî wenda bûye. Berê perê ku di hesabê bankayên dewleta Belçîkayê de bûn niha tine ye.

Neteweyên Hevgirtî bi sedema wendabûna 5 mîlyar Euro perê Qeddafî ku mijara wendabûna peran ji aliyê parlementerê Belçîka Georges Gilginet de hatibû rojevê, niha li serê lêpirsîn têkirin.

Gilginet di kanala televizyona Belçîkayê de ya bi navê RTBF ku ya dewletê ye axifî. Di ragihandina xwe de got ku fonên Lîbyayê ji aliyê NH de hatibûn rawestandin û kes li birayarên wan guhdarî nekiriye.

Hat ragihandin ku ew pere hatine şandin bo ser navên hin kesan û hinek jê di şerê navxweyî yê Lîbya de bo grûbên çekdar hatiye bikaranîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin