PeyamaKurd - Lavrov li Moskovayê der barê kirîza Keşmîrê ya di navbera Pakistan û Hîndistanê da daxuyanî da rojnamevanan.
Lavrov got heke daxwaz hebe Rûsya dikare di navbera Pakistan û Hîndistanê da bibe navbênkar û wiha axivî: “Heke bixwazin em amade ne ku di navbera wan da bibin navbênkar .”
– Rageşiya di navbera Pakistan û Hîndistanê da
Li Keşmîra ku di bin kontrola Hîndistanê da ye di 14ê sibatê da li dijî konvoya paramilîsan êrîşa bi bombe hat kirin û di êrîşê da 44 esker mirin.
Rêvebiriya Delhiya Nû ji bo êrîşê Pakistan sûcdar kir. Pakistanê jî êrîş şermezar kir, lê sûcdarkirin red kir.
Hîndistanê jî di 26ê sibatê da êrîşa esmanî bir ser kampa rêxistina Ceyşa Mihemedê ku li ser Xeta Kontrolê ya Keşmîrê dikeve aliyê Pakistanê.
Alozîya di navbera herdu welatan di 27ê sibatê da gelekî zêde bû. Pakistanê bi hinceta ku qada esmanî binpê kir, du balafirên şer ên Hindistanê xistin.
Her wiha 3 balafirên şer ên Pakistanê ketin sehaya hewayî ya Hîndistanê û balafirên şer ên Hîndistanê pêşî li wan girt.
Medyaya Hîndistanê jî îdia kir ku Hîndistanê balafireke şer a F-16ê ya Pakistanê xistîye.
Piştî hemû van bûyeran hikûmeta Hîndistanê û artêşê daxuyanî dan û gotin ew naxwazin alozî dewam bike..
Tirkiye, Yekîtiya Ewropayê, Almanya, Îngiltere, Çîn û Rûsyayê jî bangî Pakistan û Hîndistanê kiribûn ku şer rawestînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin